Nêzîkî 1 milyon penaber û penaxwaz li Herêma Kurdistanê dijîn
PeyamaKurd – Nêzîkî 1 milyon penaber û penaxwaz li Herêma Kurdistanê dijîn. Hikûmet salane 842 milyon dolar ji bo xizmetguzariyê ji penaberan re veqetîne.
Li gorî daneyên Rêveberiya Koç û Koçberan a ser bi Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, 900 hezar û 467 penaxwaz û penaber li Herêma Kurdistanê dijîn.
Ji ber ku ewle û aram e, Herêma Kurdistanê her tim di dema şer û metirsiyê de pêşwaziya penaber û penaxwazên welatên cîran û welatên din kiriye. Mirovperwerî û mêvanperweriya Kurdan hişt ku penaber Herêma Kurdistanê weke penageheke ewle bibînin û hest bi aramiyê bikin.
900 hezar û 467 penaber li nav kampên Herêma Kurdistanê û derveyî kampan dijîn. Ji van 269 hezar û 293 penaberên ji welatên din in. Ji van 251 hezar û 475 Sûriyeyî, 7 hezar û 796 Tirk, 8 hezar û 357 Îranî û 652 jî Filistînî ne. Herwiha 10 hezar û 130 penaberên welatên din jî li Herêma Kurdistanê dijîn.
Deriyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her tim ji bo pêşwazîkirina penaberan û pêşkêşkirina xizmetguzariyên curbicur ji wan re vekirî ye; bi vî awayî 80 ji sedî ji lêçûnên penaber û kesên jicîhûwarkirî (salane nêzîkî 842 milyon dolar) tê dabînkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê 53 dibistan ji bo penaberan veqetandine, hejmara xwendekarên van dibistanan digihêje 40 hezar û 410 xwendekaran.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin