Nêzî 2 milyon penaber li Herêma Kurdistanê ne
PeyamaKurd – Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê Karûbarên Navneteweyî Dîndar Zêbarî, beşdarî 48mîn civîna giştî ya taybet a mafên mirovan bû û di gotarek li ser navê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkêş kir.
Dîndar Zêbarî di gotara xwe de diyar kir ku niha li Kurdistanê 1 milyon û 900 hezar û 788 penaberên ji Sûriye, Iraq û welatên din ên derdorê li Herêma Kurdistanê dimînin.
Wî her weha ragihand ku di nava 4 salên bihurî de bi giştî 1.456 kes ji ber sûcên terorê û 689 kes jî bi ji ber yê sîxuriyê li Herêma Kurdistanê hatine cezakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin