Di 8 mehan de nêzî 4 milyon turîstan serdana Herêma Kurdistanê kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav 8 mehên sala 2022yan de, nêzîkî 4 milyon geştiyaran serdana Herêma Kurdistanê kiriye ku piraniya wan ji naverast û başûrê Iraqê bûne.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro 14ê Îlonê amarên Desteya Geştûguzariyê belav kirin ku tê de hat eşkerekirin, ji 1ê Çileyê heta 1ê Tebaxa 2022yan, 3 milyon û 776 hezar û 656 geştiyaran serdana Herêma Kurdistanê kiriye.
Hat diyarkirin, %85ê geştiyaran, ji naverast û başûrê Iraqê hatine û %15ê din jî, geştiyarên biyanî bûne û hat destnîşankirin ku kar li ser tê kirin rêjeya geştiyaran zêdetir û cûr bi cûr bibe ji bo hejmara turîstan zêdetir bibe.
Di civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ya 5ê Hezîrana borî de, Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê raporteke 17 xalî pêşkêş kiribû, bi mebesta zêdetir girîngîdana sektora geştyariyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî biryar dabû, wezaretên Herêmê hevahengiya zêdetir bikin ji bo pêşxistina sektora geştyariyê, di vê çarçoveyê de Desteya Geştûguzariyê plana heşt salan amade kir, ji bo pêşxistina sektora geştyariyê û zêdetirkirina projeyên veberhênanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin