Di 4 mehên îsal de nêzî 700 hezar turîstan serdana Kurdistanê kir

25 June 2021 20:14 0 dîtin
Di 4 mehên îsal de nêzî 700 hezar turîstan serdana Kurdistanê kir

PeyamaKurd - Desteya Geştûguzara Herêma Kurdistanê eşkere kir, di 4 mehên yekem ên sala 2021ê de, nêzîkî 700 hezar geştiyaran serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Desteya Geştûguzarê daye xuyakirin ku ew hewl didin heta sala 2025ê, hejmara geştiyaran bigihe 7 milyon kesan.

Desteya Geştûguzara Herêma Kurdistanê ragihandiye ku di 4 mehên yekem ên îsal de nêzîkî 700 hezar geştiyar hatine Herêma Kurdistanê û hejmara geştiyaran jî di zêdebûnê de ye ku piraniya wan ji naverast û başûrê Iraqê ji bo bêhnvedanê têne Herêma Kurdistanê.

Li gorî amaran sala borî, 845 hezar û 747 geştiyar hatine Herêma Kurdistanê ku ji wan 630,340 kes hatine Hewlêrê, 61,026 kesan serdana Silêmanî kirine, 150.000 kes çûne Duhokê û 4.381 geştiyaran jî geşta Germiyanê kirine.

Hat diyarkirin ku 92.0614 kes geştiyarên navxwe ne, 67.0873 geştiyarên Iraqê ne û 82.260 kes jî geştiyarên biyanî bûn.

Hêjayî gotinê ye, tenê di nav sînorê parêzgeha Duhokê de nêzîkî 900 cihên geştiyarî, 250 havîngeh û seyrangeh hene.

Li bajarên Herêma Kurdistanê zêdetirî 625 hotel, 360 motel, 80 gundên geştiyarî, hezar û 850 xwaringeh û kafe û zêdetirî 70 hezar cihên razanê hene.

Di navbera salên 2013-2020an de, bi giştî 16 milyon û 660 hezar û 694 geştiyaran serdana Herêma Kurdistanê kiriye.