WHO: Li dijî navendên tenduristiyê nêzî 2 hezar êrîs pêk hatin

20 August 2024 19:37 0 dîtin
WHO: Li dijî navendên tenduristiyê nêzî 2 hezar êrîs pêk hatin

PeyamaKurd - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) şaxê Ewropayê ragihand ku ji destpêka êrîşên Rûsyayê yên li dijî Ûkraynayê ve hezar û 940 êrîş bi ser navendên tenduristiyê de hatine kirin.

Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin, ev hejmar bilindtirîn hejmara rewşa lezgîn a mirovî ya gerdûnî ye ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve hatiye tomarkirin.

WHOyê da zanîn, sala borî mirina 24 xebatkarên tenduristiyê û nexweşan hatibû belgekirin lê belê di 7 mehên ewil ên sala 2024an de li Ûkraynayê di encama êrîşên li dijî navendên tenduristiyê de 34 kes hatine kuştin.