Îsal nêzî 2 milyon û 500 hezar kes dibin Hecî

11 August 2019 10:51 0 dîtin
Îsal nêzî 2 milyon û 500 hezar kes dibin Hecî

PeyamaKurd – Îro yekem roja Cejna Qûrbanê ango Cejna Heciyan e û li nav milismanên cîhanê û Kurdistanê pîrozbahiyên cejnê dest pê kirin.

Îsal bi qasî 2 milyon û 500 hezar hecî ji her deverên cîhanê ji bo bicihkirina ferza hecê çûne Erebistana Siûdî ku di Cejna Qûrbanê de ferza xwe ya hecê bicih tînin. 

Hecî îro berî Cejna Qurbanê derketin ser Çiyayê Erefatê li wir di konên hatibûn vedan de bicih bûn. 

Desteya Giştî ya Amaran Erebistana Siûdî ragihand ku hejmara heciyan gihîştiye 2 milyon û 489 hezar û 406 kesan, milyonek û 855 hezar û 27 hecî ji derveyî Siûdiyê hatine û hejmara heciyên ji Siûdiyê gihiştiye jî 634 hezar û 379 kesan. 

Li gorî amaran hejmara heciyên mêr ji hundir û derve,  milyonek û 385 hezar û 234 kes in, hejmara heciyên jin jî milyonek û 104 hezar û 172 kes in. 

Herwiha li gorî salên berê jî hejmara heciyan bi qasî 117 hezar û 731 kesan zêdetir bûye.

Beriya niha Berdevkê Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku îsal zêdetirî 7 hezar kes diçin hecê û 6 hezar û 200 kes bi rêya hikûmetê û yên din jî li ser hesabê xwe diçin.