Riyad: Îsal ji 1 milyon û 833 hezarî zêdetir kes hatin hecê

16 June 2024 18:13 0 dîtin
Riyad: Îsal ji 1 milyon û 833 hezarî zêdetir kes hatin hecê

PeyamaKurd - Erebistana Sihûdî ragihand ku hejmara giştî ya heciyên ku îsal hatine hecê gihişte 1 milyon û 833 hezar û 164 kesan.

Dezgeha Karûbarên Heciyan a Erebistana Sihûdî da zanîn ku ji 1 milyon û 833 hezar û 164 kesên ku hatine hecê, 1 milyon û 611 hezar û 310 kes, bi rêya benderên curbicur, ji zêdetirî 200 welatan hatine, 221 hezar û 854 kes ji welatiyan û niştecihan pêk tê.

Dezgehê da zanîn ku ji kesên hatine hecê 875 hezar û 027 jê jin û 958 hezar û 137 jê jî mêr in.

Dezgeha Karûbarên Heciyan got: “Rêjeya kesên ku ji welatên ereb hatine ji sedî 22,3, rêjeya kesên ji welatên Asya yên ne ereb hatine ji sedî 63,3, rêjeya kesên ji welatên Afrîkayê yên ne ereb hatine jî gihîştiye ji sedî 11,3.

Hejmara kesên ji Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Awustralya û welatên din ên nenaskirî hatine ji sedî 63,3 zêde bûye û di nav hejmara giştî de bûye ji sedî 3,2.