UNICEF: Îsal ji bo gihandina alîkariyan pêwîstiya me bi 408 milyon û 600 hezar dolaran heye
PeyamaKurd – Rêxistina UNICEF a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve diyar kiriye ku îsal ji bo gihandina alîkariyan ji bo penaberên Sûriyê, pêwîstiya wan bi 408 milyon û 600 hezar dolaran heye.
Fona Alîkariyê Zarokan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) roja Yekşemê derbarê rewşa mirovî ya penaber û zarokên Sûriyê di 6 mehên yekem ên îsal de raportek belav kir û di wê raporê de daxwaza 971.8 milyon dolaran kiriye ji bo ku di sala 2022 de alîkariya penaberên Sûriyê bike. Lê wek ew dibêje ji van pereyan 408.6 milyon dolar nehatiye peydakirin.
Herwiha rapor qala rewşa penaberên Sûriyê li Iraq, Tirkiye, Lubnan û Urdunê dike. Li gor raporê di 6 mehên yekem ên îsal de, hejmara penaberên tomarkirî yên Sûriyê li wan her 4 welatan gihiştiye 5 milyon û 564 hezar kesan.
UNICEF eşkere dike, heta 30 Hezîrana 2022 hejmara penaberên Sûrî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê gihiştiye 263 hezar kesan ku ji sedî 97ê wan li parêzgehên Herêma Kurdistanê ne. UNICEF herwiha dibêje ji sedî 37ê penaberên Sûriyê yên li Iraq û Herêma Kurtdistanê di kampan de û ji sedî 63ê wan jî li nav bajaran dijîn.
Li gor UNICEFê pêdiviya bi kêmanî 108 hezar û 940 zarokên penaberên Sûrî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi alîkariyên mirovî hene.
Di berdewamiya rapora UNICEFê de hat destnîşankirin ku 3 milyon û 650 hezar koçberên Sûrî li Tirkiyê hene, milyonek û 869 hezar û 199 ji wan zarok in û pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye.
UNICEF diyar dike, 730 hezar û 806 zarokên Sûrî li dibistanên Tirkiye navên wan tomarkirî ne. Lêkolîn li ser 3 hezar û 500 cihên kar li Tirkiyê hatiye kirin, eşkere bûye ku 2 hezar û 300 zarokên koçber li wî welatî kar dikin.
Herwiha li Lubnanê, UNICEFê daxwaza 198 milyon dolaran dike ji bo ku alîkariya koçberên Sûriyê bike û dibêje pêwîstiya 3 milyon û 200 hezar penaberên Sûrî û xelkê Lubnanê jî bi alîkariya mirovî heye ku 997 hezar ji wan zarok in.
UNİCEF li Urdunê jî daxwaza 192.1 milyon dolaran dike ji bo ku alîkariyên mirovî bigihîne zarokên penaber û malbatên wan. Her li gor rapora UNICEFê, 1.3 milyon penaberên Sûrî li Urdunê hene, 675 hezar û 433 ji wan jî zarok in. Ev jî dibe ji sedî 48.5ê tevahiya penaberên Sûrî li wî welatî.
Herî dawî destnîşan dike, heta niha 132 hezar û 819 penaberên Sûrî li kampên Urdunê dijîn. UNICEF herwiha dide zanîn ku pêdiviya 235 hezar û 629 zarokên penaberên Sûrî li wî welatî bi alîkariyên mirovî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin