McGurk: Azadkirina dîlên di destê Hamasê de ne wê bibe sedema zêdebûna gihandina alîkariyan

18 November 2023 17:53 0 dîtin
McGurk: Azadkirina dîlên di destê Hamasê de ne wê bibe sedema zêdebûna gihandina alîkariyan

PeyamaKurd – Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Joe Biden ê Rojhilata Navîn Brett McGurk di konferansa ewlehiyê ya ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Navneteweyî (IISS) li Manama paytexta Behreynê hat lidarxistin de axivî û got, azadkirina dîlên ku di destê Hamasê de ne wê bibe sedema zêdebûna gihandina alîkariyên mirovî û rawestandinek girîng di şerê li Xezzeyê de.

Welîehdê Behrêynê di axaftina xwe ya do li vê konferansê de bang li Hamasê kir ku jin û zarokên Îsraîlî yên dîl hatine girtin û ji Îsraîlê jî xwest ku jin û zarokên Filistînî ku bi gotina wî ne şervan in, ji zindanan azad bike.

Ji aliyê din ve jî tê îdiakirin ku rayedarên Îsraîl û Hamasê bi piştgiriya Amerîkayê li Qeterê muzakereyan dikin.