Rêxistina Dîlên Fîlîstînê: Îsraîl 15 dîlên Fîlîstînî yên di destê xwe de serbest berda

15 October 2024 23:32 0 dîtin
Rêxistina Dîlên Fîlîstînê: Îsraîl 15 dîlên Fîlîstînî yên di destê xwe de serbest berda

PeyamaKurd – Rêxistina Dîlan (esîran) ya Fîlîstînê bi nivîskî ragihand ku Îsraîlê herî kêm 15 dîlên Fîlîstînê serbest berdaye ku di nav wan de kesekî 20 sale di zîndanê de heye. Rêxistin weha got:

“Dagirkerê Îsraîl ji zîndanên cuda, kesên ku cezayên xwe temam kirine û di nav wan de kesekî 20 sale di zîndanê de bû ku ji bajarê Nablûsê ye, herî kêm 15 kesan serbest berda.

Piraniya kesên serbest hatin berdan, bi sedema pirsgirêkên wan yên tenduristiyê hene hatin berdan.”