Îsraîl 50 dîlên Fîlîstînê serbest berda
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îsraîlê li Şerîda Xezzayê 50 heb dîlên Fîlîstînê serbest daye. Hat gotin ku li ser bedena hinek dîlan nîşanên îşkencê hene.
Kesekî ku nexwestiye navê xwe bide, ji bo AAyê gotiye ku Îsraîlê li Xezzayê û li eyaletên bakûr li dora 50 kesan serbest berdaye. Çavkanî gotiye ji 50 kesên serbest berdane ji wan 33 kesan şandine nexweşxana Kemal Adwan ya li bakûrê Xezzayê ji bo dermankirinê. Sedem jî ew şertên di wexta dîlîtiya wan de tê de jiyane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin