Wezîrê Îsraîlî: Roja serbest berdana hejmarek dîlên Îsraîlî eskere kir

22 November 2023 19:20 0 dîtin
Wezîrê Îsraîlî: Roja serbest berdana hejmarek dîlên Îsraîlî eskere kir

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Elî Cohen di çarçoveya agirbesta ku bi Hemasê re bê ragihandin de, roja serbest berdana hejmarek dîlên di destê Hemasê de eşkere kir.

Elî Cohen derbarê agirbesta demkî û pevguhertina dîlan de ragihand ku ew hêvî dikin hejmarek dîlên îsraîlî yên di destê Hemasê de, roja Pêncşemê 23yê Mijdarê bên berdan.

Cohen da xuyakirin ku proseya derbarê rehîneyan de sibe dest pê dike, lê derbarê naveroka agirbestê de ti hurgilî nedan.

Hikûmeta Îsraîlê şeva borî ragihandibû ku wan bi Hemasê re li ser agirbesta demkî ya 4 rojan li hev kiriye û ev qonaxa yekem a azadkirina hemû dîlên di destê Hemasê de ye.

Hatibû diyarkirin ku ji zêdetirî 200 rehîneyan, tê çaverêkirin 50 ji wan bên berdan.

Li gorî agirbesta 4 rojî wê destûra alîkariyên mirovî û sotemeniyê bo Xezeyê bê dayîn û di navbera demjimêrên 10:00-16:00 de rojane 6 saetan navbera pevçûnan bê dayîn.