Hemasê roja serbest berdana 4 rehîneyên jin eskere kir

21 January 2025 17:59 0 dîtin
Hemasê roja serbest berdana 4 rehîneyên jin eskere kir

PeyamaKurd – Rayedarekî Hemasê bi navê Tahir el-Nunu ragihand ku ew dê roja Şemiya bê di çarçoveya agirbestê de, 4 rehîneyên jin ên îsraîlî serbest berdin.

Qonaxa yekem a agirbesta Xezeyê ya navbera Îsraîl-Hemasê berdewam dike. Rayedarê Hemasê Tahir el-Nunu, ji medya fransî re ragihand ku ew dê roja Şemiyê li beranberê komek girtiyên filîstînî 4 rehîneyên jin ên îsarîlî serbest bikin.

Hêjayî gotinê ye, 20ê Çile roja Yekşemê bi destpêkirina agirbestê re, li beranberê 3 rehîneyên îsraîlî yên di destê Hemasê de 90 girtîyên filîstînî hatibûn berdan. Li gorî agirbestê biryar e Îsraîl hezar û 900 girtiyên Filîstînî, Hemas jî 33 dîlên îsraîlî serbest berde.