Hemasê 3 rehîneyên din jî berdan

08 February 2025 12:29 0 dîtin
Hemasê 3 rehîneyên din jî berdan

PeyamaKurd – Îro li gorî rêkeftina di navbera çekdarên Hemasê û Îsraîlê de cara 5emîn a pevguhertina rehîne û girtiyan e.

Hat ragihandin ku berî pevguhertina dîl û girtiyan, baskê leşkerî yê Hamasê, Tûgayên Îzzeddîn el-Qasim, li devereke diyarkirî ya bajarê Dêr Belaxê kom bûn.

Hemasê 3 rehîneyên Îsraîlî Elî Şerabî, Ohad Ben Amî û  Or Levy li Dêr Belaxê berdan.

Tîmeke Xaça a Sor a Navneteweyî 3 rehînên Îsraîlî li Dêr Belaxê a navenda Xezeyê wergirtin.

Bendewarî ew e ku li hemberî berdana van her 3 rehîneyên Îsraîlî, dewleta Îsraîlê jî 183 girtiyên Filistînî berde. Xebatên berdana girtiyên di Girtîgeha Oferê de dewam dikin.