Hemasê 4 hêsîrên Îsraîlê berdan

25 January 2025 14:08 0 dîtin
Hemasê 4 hêsîrên Îsraîlê berdan

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku her 4 endamên wê yên jin ên di destê Hemasê de hêsîr bûn, hatin berdan. 

Hat diyarkirin ku ew; Karina Ariev, Daniella Gilboa, Naama Levy û Liri Albag e.

Piştî ku her 4 hêsîr ji teref Hemasê ve teslîmî Xaça Sor hatin kirin, hêzên taybet ên artêşa Îsraîlê jî ew ji Xezeyê derxistin. 

Artêşa Îsraîlê dawiya bi bîr dixe ku ev her 4 endamên wê yên jin leşkerên çavdêriyê bûn û dema ku Hemasê 7ê cotmeha 2023yan avêtibû ser qereqoleke wan, ew revandibûn.