Hemasê dest bi berdana 8 rehîneyên din jî kir
PeyamaKurd – Li gorî peymana di navbera Hamas û Îsraîlê de, Hemasê dest bi berdana dê 8 rehîneyan kir, Îsraîl jî dê 110 girtiyên filistînî yên di zindanan de serbest berde.
Hat ragihandin ku li di çarçoveya peymana bi Îsraîlê re, Hemasê îro dest bi radestkirina 8 rehîneyan kir ku di nav wan de leşkera jin a îsraîlî Agam Berger jî heye. Her weha bi tevahî 110 girtiyên filistînî dê ji girtîgehên Îsraîlê bên berdan.
Hat ragihandin ku leşkera jin a îsraîlî Agam Berger a (20) ku li Cibaliyeya Xezeyê teslîmî rayedarên Federasyona Heyva Sor û Xaça Sor a Navneteweyî hatiye kirin, gihîştiye Îsraîlê.
Ji bilî Agama Bergerê bendewarî ew bû ku îro 7 rehîneyên din jî bihatana berdan ku di nav wan de welatiyên Arbel Yehûdê (29) hemwelatiyê Almanya Îsraîlê û Gadî Mûsa (80) jî hebû ku her du ji aliyê Hemasê ve li Xan Yûnisê teslîmî Heyva Sor hatin kirin.
Her weha hat diyarkirin 5 rehîneyên din jî karkerine taylandî ne ku tê payîn roja şemiyê bên berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin