Rêveberiya Rojava ji bo gihandina alîkariyan banga vekirina deriyê Til Koçer li NY kir

14 February 2023 19:48 0 dîtin
Rêveberiya Rojava ji bo gihandina alîkariyan banga vekirina deriyê Til Koçer li NY kir

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, nameyek da Komseriya Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li taxa Siyahî ya Qamişloyê daxwaza vekirina deriyên sînorî bo gihandina alîkariyên mexdûrên erdhejê kir.

Di daxuyaniya ku li ber avahiya nûnertiya NY ya Qamişlo hat dayîn de, hat diyarkirin ku Rêveberiya Xweser hemû deriyên sînor li pêşiya alîkariyên mirovî vekirine.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Telet Yûnis got ku beriya erdhejê Sûriye di rewşeke mirovî ya zehmet de bû û erdhejê azarê welatiyan zêdetir kirin.

Yûnis da zanîn ku gelê herêma wan ji bo mexdûrên erdhejê hemû derfetên xwe seferber kirine û diyar kir, Tirkiye û çekdarên wê û hikumeta Şamê nahêlin alîkariyên mirovî yên ku Rêveberiya Xweser amade kirine, derbasî herêmên karesatê bibin.

Telet Yûnis bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên cîhanî jî kir ku astengiyên li pêş gihandina alîkariyan rakin û daxwaz kir, deriyên sînor bi taybet ê Til Koçerê were vekirin ku bi biryara siyasî ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hatiye girtin.