Li Hewlêrê di 3 mehên îsal de nêzî 3 hezar mîn hatin jinavbirin

04 April 2022 14:53 0 dîtin
Li Hewlêrê di 3 mehên îsal de nêzî 3 hezar mîn hatin jinavbirin

PeyamaKud - Bi boneya Roja Hişyariya Mîn û Teqemeniyan a Cîhanî, daneyên îsal ên paqijkirina mîn û teqemeniyan ên li Hewlêrê hatin ragihandin.

Rêveberiya Ragihandina Giştî ya Kar û Barên Mînan, di vê roja balkişandina ser mîn û teqemeniyan de ragihand, di nav 3 mehan de li Hewlêrê nêzîkî 3 hezar parçe mîn û teqemenî hatine jinavbirin.

Hat diyarkirin, di 3 mehên îsal de li sînorên parêzgeha Hewlêrê 2 hezar û 719 parçeyên teqemeniyê hatine jinavbirin û xebatên paqijkirina mînan bê navber didomin.

Hat ragihandin ku îsal kesek nebûye qurbaniyê teqemeniyan bes li qezaya Soranê ciwanekî di dema pezçêrandinê de ji ber teqînekê birîndar bûye.