Berpirsê Tûrîzma Hewlêrê: Di sala 2021ê de nêzîkî 2 milyon tûrîstan serdana Hewlêrê kirine

25 December 2021 13:29 0 dîtin
Berpirsê Tûrîzma Hewlêrê: Di sala 2021ê de nêzîkî 2 milyon tûrîstan serdana Hewlêrê kirine

PeyamaKurd – Berpirsê Tûrîzma Hewlêrê diyar kir, sala 2021ê de nêzîkî 2 milyon tûrîstan serdana Hewlêrê kirine.

Berpirsê Giştî yê Tûrîzma Hewlêrê Îsmaîl Mînexan eşkere kiriye, ji destpêka sala 2021 ve heta niha milyonek û 971 hezar û 522 tûrîst hatine Hewlêrê.

Îsmaîl Mînexan herwiha daye zanîn, ew pêşbînî dikin ji bo bêhnvedana sersalê jî bi hezaran tûrîst serdana Hewlêrê bikin.

Bi gotina Berpirsê Tûrîzma Hewlêrê, wan amadekariyên xwe ji bo pêşwazîkirin li tûrîstan kiriye.