HRANA: Li Îranê di nav 10 salan de nêzî 5 hezar kes hatin îdamkirin
PeyamaKurd – Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê HRANAyê amarên bidarvekirinên li Îranê belav kir û ragihand, di nav 10 salên dawî de nêzîkî 5 hezar welatî bi tohmet û hincetên cuda hatine îdamkirin.
Di rapora HRANAyê de hatiye eşkere kirin, di heyama 10 salên derbasbûyî de, yanî ji sala 2013an heta 2023yan, bi gelemperî 4 Hezar 829 kes li Îranê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine îdamkirin.
Hatiye diyarkirin ku piraniya kesên ku hatine darvekirin zilam bûne û nîviya wan kesan bi tohmetên kirîn û firotina “Madeyên Hişber” hatine mehkûmkirin û cezadan 41 kesên hatine îdamkirin jî zarok bûne û di bin temenê 18 saliyê de bûne.
Li gorî amarên HRNAyê di nav 6 mehên dawî de jî 251 kes li Îranê hatine îdamkirin ku piraniya kesên hatine bidarvekirin Belûç bûne û hejmarek jî Kurd bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin