Li Îranê di rojekê de nêzî 3 hezar kes bi koronayê ketin

01 June 2020 19:25 0 dîtin
Li Îranê di rojekê de nêzî 3 hezar kes bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Piştî sistkirina tedbîran li Îranê hejmara haletên koronayê ji nû ve bilind dibe ku Wezareta Tenduristiyê ya Îranê îron Duşemê ragihand, di 24 saetên borî de 2 hezar û 979 kes bi vîrusa koronayê ketine û 81 kesan jî can daye.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê, Kiyanûş Cehanpûr îro 1ê Hezîranê bi civîneke rojnamevanî ragihand, “Di 24 saetên borî de û heta îro nîvro, li gorî raporta taqîgehan û zanîngehên zanistên pizîşkî, 2 hezar û 979 nexweşên nû yên bi Covid-19 ketine hatine tomarkirin.”

Kiyanûş Cehanpûr got, ji wan haletên nû yên pêketinê, 652 nexweş hatine razandin û 2 hezar û 327 kes jî bi awayekî destpêkî çareserî wergirtine û berkeftiyên tûşbûyên berê ne.

Cehanpûr da xuyakirin ku bi van haletên nû re, hejmara kesên heta niha li Îranê bi vîrusa korona ketine, gihîştiye 154 hezar û 445 kesan û di 24 nav saetên dawî de 81 kesan jî can daye ku hejmara miriyan jî gihîştiye 7 hezar û 878 kesan.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê heta niha 121 hezar û 4 kes ji koronayê baş bûne û hîn rewşa 2 hezar û 578 kesan jî giran e.