Di rojekê de 185 kes mirin û nêzî 30 hezar kes jî bi koronayê ketin
PeyamaKurd – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 29 hezar û 281 kesên din bi koronayê ketin û 185 kesan jî can da. Bi hejmarên îro 29ê Mijdarê hatine ragihand re, Tirkiye li cîhanê piştî Hindistanê di rêjeya pêketinên koronayê de bû duyemîn û li Ewropayê jî bû yekemîn.
Li gorî ragihandina Wezareta Tenduristiya Tirkiyê, di 24 saetên borî de ji 168,212 testan ya 19 hezar û 281 kesan pozîtîf derketiye û hejmara giştî ya pêketiyan gihîştiye 494 hezar û 351 kesan.
Herwiha 185 nexweşên koronayê jî di 24 saetên dawî de can dane ku hejmara mirinan jî gihîştiye 13 hezar û 558 kesan.
Wezaretê ragihandiye ku hejmara nexweşên rewşa wan giran e bûye 5 hezar û 11 kes.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ev hefteyek çêbûye Tirkiye hejmara testên pozîtîf dide ku beriya niha tenê hejmara nexweşên xwedî nîşane û yên li nexweşxaneyan dihatin razandin dihatin eşkerekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin