Kurdistan | Nêzî hezar kesên din bi koronayê ketin, 10 kes jî pê mirin

31 March 2021 15:23 0 dîtin
Kurdistan | Nêzî hezar kesên din bi koronayê ketin, 10 kes jî pê mirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 981 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 10 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya 31ê Adarê ya rewşa vîrusa koronayê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 981 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 218 kes li Hewlêrê, 264 kes li Silêmaniyê, 449 kes li Duhokê, 30 kes li Germiyanê û 20 kes li Raperînê ne.

Wezaretê diyar kir, di nav 24 demjimêran de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 3 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê 3u 4 kes li Duhokê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 428 kes jî di nav rojekê de baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketinan li Herêma Kurdistanê gihîşt 122160 kesan, ya mirinan bû 3670 kes û heta niha 109662 nexweş jî baş bûne.