Kurdistan | Nêzîkî Hezar û 500 kesên din bi koronayê ketin, 6 kesan wefat kir
PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 1456 kesên din bi koronayê ketin û 6 kesan jî can da.
Wezareta Tenduristiya Kurdistanê ragihand ku 1456 kes bi koronayê ketin û 651 pêketî jî baş bûne.
Wezaretê da xuyakirin ku 6 kesan jî di 24 saetên borî de can daye û hejmara miriran gihîştiye 4580 kesan.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketinên giştî li Herêma Kurdistanê gihîşt 203 hezar û 590 kesan û hejmara kesên baş bûne jî bû 186 hezar û 238 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin