Li Iraq û Kurdistanê 3 hezar û 396 kesên din bi koronayê ketin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Iraqê amarên dawî yên vîrusa koronayê ragihand û eşkere kir, di 24 nav saetên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 3 hezar û 396 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 67 kesan jî can daye.
Wezareta Tenduristiya Iraqê îro 11ê Tebaxê ragihand ku hejmara pêketiyên giştî yên koronayê jî gihîştiye 156 hezar û 995 kesan ku 112 hezar û 102 kes jî baş bûne.
Li gorî daxuyaniyê niha 545 kes li nexweşxaneyên Iraqê di bin çavdêriya hûrbînî de ne û heta niha li seranserê Iraq û Kurdistanê jî 5 hezar û 531 kesan jiyana xwe ji daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin