Xosnaw: Wê 500 hezar welatiyên Îranê di ser Herêma Kurdistanê de derbasî Iraqê bibin
PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, hemû fermangehên xizmetguzarî û aliyên pêwendîdar ji bo amadekariya pêşwazîkirina geştiyarên Îranê raspartin.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî, îro 8ê Tebaxê li dîwana parêzgariyê ligel hemû fermangehên xizmetguzarî û aliyên pêwendîdar li ser plan û amadekarî û dariştina mekanîzmaya hatina ziyaretkarên Komara Îslamî ya Îranê ji bo cihên pîroz ên Iraqê û mana wan a li Hewlêra paytext, civîneke saz kirin.
Hate ragihandin ku di civînê de, bi hûrgilî behsa hemû plan û amadekarî û dariştina mekanîzmaya hatina geştiyarên Îranê bo cihên pîroz ên Iraqê hatiye kirin ku biryar e, di naverasta vê mehê de 500 hezar kesên Îranî ji ser Deriyê Sînorî yê Navdewletî Hacî Omeran ji nav axa Herêma Kurdistanê dest bi geşta xwe ya cihên pîroz ên Iraqê bikin.
Omêd Xoşnaw hemû fermangehên xizmetguzarî û aliyên pêwendîdar raspartin ku her çi pêwîst bike ji bo rawestgehên pêşwaziyê û mana wan a li Hewlêrê, ji xala Deriyê Sînorî yê Navdewletî yê Hacî Omeran ve heta xala dawî ya sînorî ya parêzgehê werin pêkanîn.
Xoşnaw daxwaz kir ku di amadebaşiya temam de bin û xizmetguzariyên pêwîst û selametiya hatin û çûna wan were pêkanîn û hêsankarî ji bo wan were pêşkêşkirin.
Hêjayî gotinê ye, sala borî li ser bingeha rêkeftina navbera Parêzgeha Hewlêrê û Parêzgeha Urmiyê cara yekem bi fermî proseya hatina geştiyarên Îranê ji bo cihên pîroz ên Iraqê ji xala sînorî yê Hacî Omeran heta nav axa Herêma Kurdistanê dest pê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin