Dema vegera hemwelatiyên herêma Kurdistanê ji Îranê bi dawî bû

17 March 2020 14:59 0 dîtin
Dema vegera hemwelatiyên herêma Kurdistanê ji Îranê bi dawî bû

PeyamaKurd – Demjimêr 12:00ê şeva borî, ew dema ku ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve ji hemwelatiyên Kurdistanê re diyar kiribû ku ji Îranê vegerin temam bû.

Li gorî nûçeya Basnewsê, berdevkê deriyê sînorê navnetewî yê Hacî Omeranê Sîrwan Husên, ragihand: ‘’Demjimêr 12:00ê şeva borî dema ji aliyê hikûmetê ve hatibû diyar kirin temam bû. Deriyê geştyarî li ser wan hemwelatiyên Iraq û herêma Kurdistanê re hat daxistin, ku berê bi armanca geşt û pirsgirêkên tenduristî serdana Îranê kiribûn.’’

Ji 21ê mehê ve 1231 kes di deriye Hacî Omeran re hatin Kurdistanê


Herwiha got: ‘’Hejmara wan hemwelatiyên ku ji roja 21.02.2020ê heta 17.03.2020ê bi rêya deriyê Hacî Omeran ve hatine bo herêma Kurdistanê 1231 kes bûn û ji bo hemûyan test û kontrol hatine kirin û piştre bi otomobîlên taybet ji Çomanê re hatine şandin û ji wê derê jî bo tenduristiya Soran hatine rêkirin û ketine karantînayê de.’’

Wê Heta 1ê Nîsanê Deriyê Geştyariyê daxistî be


Li gor gotinên Sîrwan Husên: ‘’Heta roja 01.04.2020ê li gor rênmayiyên hikûmeta herêma Kurdistanê deriyê geştyariyê dê daxistî be, lê tenê deriyê bazirganiyê dê vekirî be.’’