Serokwezîrê Herêma Kurdistanê 61emîn salvegera Pêsmergebûna Serok Barzanî pîroz kir

20 May 2023 15:34 0 dîtin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê 61emîn salvegera Pêsmergebûna Serok Barzanî pîroz kir

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo 61emîn salvegera Pêşmergebûna Serok Mesûd Barzanî, di peyamekê de pîrozbahiyê li Serok Barzanî û Pêşmergeyên Kurdistanê dike û dibêje: “Di vê rojê de ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, temenê wî dirêj be û em jî di asta baweriya Cenabê Serok de bin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kiriye: “Îro 61 sal in Cenabê Serok Barzanî di rêya rizgarî û azadîxwaz a Kurdistanê de Pêşmerge ye. Ez pîrozbahiyê li cenabê wî û Pêşmergeyên Kurdistanê dikim. Di vê rojê de ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, temenê wî dirêj be û em jî di asta baweriya Cenabê Serok de bin.”

Serok Mesûd Barzanî di 20ê Gulana 1962an de wek Pêşmergeyê herî temenbiçûk, beşdarî Şoreşa Îlonê bû, di jiyana Pêşmergeyî de serkirdetî û rola wî ya bilind di nivîsandina çendîn destkeft û destanên dîrokî û bi nav û deng ên Kurdistanê de hebûn.