Nûnera NYê: Serê siyasî yê li Herêma Kurdistanê, sedema aciziyê ye

25 May 2023 14:30 0 dîtin
Nûnera NYê: Serê siyasî yê li Herêma Kurdistanê, sedema aciziyê ye

PeyamaKurd- Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert ragihand ku şerê siyasî yê li Herêma Kurdistanê, dibe sedem ku mirov aciz bibe.

Hennis Plasschaert, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya civakî ya Nûnertiya Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê de bang li aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku beriya hilbijartinan, çareseriya pirsgirêkan bibînin û di demeke herî kurt de hilbijartinan bikin.

Plasschaert di daxuyaniyê de got, "Em careke din bang li hemû aliyan dikin ku ji bo berjewendiya hemû gelan bixebitin û di zûtirîn demê de ji bo pirsgirêkên ku beriya hilbijartinan derdikevin, çareseriyên hevpar bibînin."

Plasschaert di dawiya daxuyaniyê de got, "Pêdiviyeke demokratîk e ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin û pêbawer bin."