Nûnera NY: Serê siyasetê yê li Herêma Kurdistanê acizkere

24 May 2023 23:07 0 dîtin
Nûnera NY: Serê siyasetê yê li Herêma Kurdistanê acizkere

PeyamaKurd – Nûnera taybet ya Neteweyên Yekgirtî ya Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert ragihand ku şerê siyasetê yê Herêma Kurdistanê acizkere. Plasschaert, di ser hesabê xwe yê medya civakî de got ku divê partiyên siyasî ji bo pirsgirêkên xwe çareseriyan bibinin û zûtir hilbijartinan bikin. Plasschaert weha dewam kir:

“Em car din bang dikin ku temamê partiyên siyasî ji bo berjewendiyên xelkê bixebitin û ji bo pirsgirêkên li ber hilbijartinan çareseriyên hevpar bibînin. Kirina hilbijartinan ya di wextê de û bi ewlehî, pêdiviyekî demokratîk e.