Nûnera NYê: Ji bo seqamgîriya siyasî li Herêma Kurdistanê divê lihevkirina nistimanî hebe
PeyamaKurd – Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert beşdarî konferansa zankoya Kurdistan – Hewlêrê a ‘‘Yekrêzî û Destûr’’ê bû û gotarek pêşkêş kir. Di gotarê de diyar kir, yekrêziya aliyan dê Herêma Kurdistanê bihêztir bike.
Jeanine Hennis-Plasschaertragehand da zanîn: ‘‘Gelek qurbanî hatine dayîn heta Herêma Kurdistanê gihiştiye vê qonaxa niha. Lê wek her cîhekî din, azadî bi asanî bidest nakevin û yekrêzî mifte ango kilîda serkeftinê ye.’’
Nûnera NYê destnîşan kir, hebûna cudayiyên netewî û olî li herêma Kurdistanê xaleke giring in û rêxweşker in bo pêşdeçûna zêdetir a Herêma Kurdistanê.
Jeanine Hennis-Plasschaert eşkere kir, yekrêziya aliyan dikare Herêma Kurdistanê bihêztir bike. ‘‘Dema yekrêzî nebe jî dê berevajî be, Herêma Kurdistaneke bihêz, dê Iraqê jî bihêz bike, ne tenê li ser asta navxweyî, herwiha di asta navdewletî de jî dê bihêz bike.’’
Jeanine Hennis-Plasschaert herwiha pêwîst zanî ku hêzên Pêşmerge bên rêkxistinkirin û yekrêz bin û got: ‘’Nabe êdî herêma Kurdistanê li ser du bazineyan de dabeş bibe, ji bo seqamgîriya siyasî li Herêma Kurdistanê divê lihevkirina niştimanî hebe.’’
Herwiha diyar kir, ji ber nebûna pêwendî û guftûgoyên aliyan, nikare destûrek bo Herêma Kurdistanê bê nivîsandin, ku dê bibe ‘‘derfetekî baş bo jiyana hemû pêkhateyan û piştrastî bo xelkê dê ava bike.’’
Dawiya axaftina xwe de jî Jeanine Hennis-Plasschaert got, dê NY piştevaniya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê jî berdewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin