Kurdistan | Hezar û 173 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1173 kesên bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî can daye.
Di daxuyaniya îro 9ê Nîsanê ya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkerekirin ku ji 1173 kesên di nav 24 saetên borî de bi koronayê ketine; 232 kes li Hewlêrê, 303 kes li Silêmaniyê, 542 kes li Duhokê, 76 kes li Germiyanê û 20 kes jî li Raperînê ne.
Hat diyarkirin ku 4 kesan jî keseks li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê û kesek li Duhokê ji ber koronayê can dane û 418 kes jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê ji destpêka pandemiyê heta niha gihîşt 130529 kesan, ya mirinan bû 3765 kes û heta niha 113235 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin