Li Rojavayê Kurdistanê 236 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, 236 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 5 kes jî bi Koronayê can dan.
Li gor Desteya Tendirustiyê do diyar kiriye, ji pêketiyên nû ku hatine tomarkirin, 130 kes mêr û 106 kes jî jin in.
Desteya Tenduristiyê daye zanîn, rêjeya herî zêde ya pêketinê li bajarên Qamişlo, Dêrezor, Dêrik û Hesekê hatiye tomarkirin. Li gor daneyên vê desteyê, li Qamişlo 66 kes, li Dêrezorê 50 kes, li Dêrikê 40 û li Hesekê jî 37 tine.
Herwiha li Girkê Legê 12, li Dirbêsiyê 11, Amûdê 7, Rimêlan 6, Reqa 4, Kampa Roj 2 û li Tirbespiyê jî 1 kes wek pêketinên nû hatine tomarkirin.
Li navçeyên Rêveberiya Xweser, di 24 saetên derbasbûyî de 12 kes ji pêketiyên Koronayê jî li herêmê baş bûne.
Bi van daneyan re, hejmara pêketiyên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê gihîşt 24 hezar û 756 kesan, ku 840 kesan ji wan can dane û 2 hezar 58 kes jî baş bûne

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin