Li Rojavayê Kurdistanê 9 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 9 kesan can dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 saetên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û da zanîn, 9 kesan bi Koronayê can dane.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, 151 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 8 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 28265 kesan, ji wan 2180 kes baş bûne û 944 kesan jî can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin