Li Rojavayê Kurdistanê 12 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan

07 May 2021 16:00 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê 12 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê 58 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 12 kesan can dan.

Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa diyar kir; 58 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 14 kes li Hesekê, 12 kes li Qamişlo, 6 kes li Dêrikê, 21 kes li Reqayê, 4 kes li Şehbayê û 1 kes li Kampa Rojê ne.

Herwiha hat destnîşankirin, 12 kesan can dane û 16 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa Koronayê ketine, gihiştiye 16466 kesan, ji wan 1697 kes baş bûne û 657 kesan jî can dane.