Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
PeyamaKurd – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser diyar kir; 3 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û kesekî jî can daye.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa da zanîn; 3 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 1 kes li Hesekê, 1 kes li Qamişlo, 1 kes li Reqayê ye.
Herwiha Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir, 2 kes jî ji vê vîrusê baş bûne û kesekî jî can daye.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18563 kesan, ji wan 1881 kes baş bûne û 764 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin