Li Rojavayê Kurdistanê 14 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, 123 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 14 kesan jî can dan.
Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê yê Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 saetên borî de, 14 kesan can dane, ji wan 3 kes li Hesekê, 5 kes li Qamişlo, 5 kes li tebqayê û 1 kes li Dêrazorê ne.
Herwiha da zanîn, 123 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 40 kes li Hesekê, 16 kes li Qamişlo, 8 kes li Dêrikê, 3 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Amûdê, 3 kes li Girkê Legê, 1 kes li Kobaniyê, 13 kes li Reqayê, 33 kes li Tebqayê, 1 kes li Minbicê û 4 kes li Kampa Rojê ne.
Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir, di 24 saetên borî de 20 kes ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi Korona ketine, gihîştiye 15786 kesan, ji wan 1606 kes baş bûne û 571 kesan jî can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin