Li Rojavayê Kurdistanê 71 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, 71 kesen din bi vîrusa Koronayê ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa bi daxuyaniyekê diyar kir, ji 71 kesên ku bi Koronayê ketine 38 jin in û 33 jî mêr in.
Dr. Ciwan Mistefa derbarê cih û hejmara kesên ku Koronayê jî ketine ev agahî da: Hesekê: 20, Qamişlo: 28, Dêrikê: 18, Reqa: 1, Dêrazorê: 2, Kampa Holê: 1
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi daneyên nû yên Koronayê ve hejmara pêketiyên Koronayê bi giştî gîhiştin 18 hezar û 939 kesî. Kesên ku can dane jî gihîşt 768 kesî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin