Di rojekê de 94 kes mirin û 2 hezar û 23 kes jî bi koronayê ketin
PeyamaKurd - Li Iraq û Herêma Kurdistanê di 24 nav saetên borî de, 94 kes ji ber vîrusa koronayê mirin û 2023 kesên din jî bi vîrusê ketin.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, di 24 saetên borî de 2 hezar û 23 pêketiyên vîrusa koronayê li Iraq û Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.
Wezareta Tenduristiyê diyar kir, di 24 saetên borî de 94 kesan ji ber vîrusê can daye û herwiha 2 hezar 179 kes jî baş bûne.
Li gorî amarên dawî, hejmara kesên li Iraq û Herêma Kurdistanê bi koronayê ketine gihîştiye 88 hezar û 171 kesan. Heta niha 56 hezar û 495 kes baş bûne û 3 hezar û 616 kes jî mirine.
Li seranserê cîhanê jî hejmara pêketiyên koronayê gihîştiye nêzîkî 14 milyon kesan û hejmara miriyên ji vîrusê jî bûye 593 hezar û 520 kes.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin