Kurdistan | Di rojekê de Hezar û 368 kes bi koronayê ketin

12 July 2021 19:13 0 dîtin
Kurdistan | Di rojekê de Hezar û 368 kes bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1368 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kes jî pê can dane.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir, di 24 demjimêrên borî de 1368 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 365 kes li Hewlêrê, 331 kes li Silêmaniyê, 648 kes li Duhokê û 24 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan, 1 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ne.

Herwiha hat eşkere kirin ku 797 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinan gihîşt 196073 kesan, ya mirinan bû 4544 kes û heta niha 181472 nexweş jî baş bûne.