Di rojekê de nêzî hezar kesan bi vîrusa koronayê ketin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 974 kesên bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 28 kes jî pê mirine.
Li gorî daxuyaniyê 974 kesên di 24 demjimêrên borî de bi vîrûsa koronayê ketine, 322 kes li Hewlêrê, 183 kes li Silêmaniyê, 31 kes li Germiyanê, 93 kes li Raperîn, 320 kes li Duhokê û 25 kes li Helebceyê ne.
28 kesên wefat kirine jî 10 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 9 kes li Duhokê û 3 kes li Helebceyê ne.
Herwiha di 24 demjimêran de 376 kes jî ji nexweşiya koronayê baş bûne.
Bi van hejmaran re amarên pêketina koronayê yên giştî li Herêma Kurdistanê gihîşt 59 hezar û 251 kesan, hejmara mirinan bû 2 hezar û 88 kes û hejmara kesên baş bûne jî bû 36 hezar û 275 kes.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin