Nêzî 60 hezar kesan ji Diyarbekirê koçî bajarên Tirkiyê kir
PeyamaKurd – Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK) sala borî zêdetirî 59 hezar welatiyan ji bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê koçî bajarên rojavayê Tirkiyê kirine.
Li gorî amarên TUÎKê, sala borî 46 hezar kes ji bajarên din ên Bakurê Kurdistanê hatine Diyarbekirê bicih bûne û li beramber vê zêdetirî 59 hezar kes ji Diyarbekirê koçî bajarên Tirkiyê kirine.
Hêjayî gotinê ye, wekî sedema sereke ya vê koçkirina ji Diyarbekirê ber bi bajarên Tirkiyeyê ve, şert û mercên xirab ên debara jiyanê tê nîşandan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin