Li Amerîka di rojekê de nêzî 5 hezar kesan can da...
PeyamaKurd – Li Amerîka ku bûye navenda herî metirsîdar a belavbûna vîrusa koronaya nû Covid-19 di 24 saetên dawî de, 4 hezar û 931 kesan ji vîrusê can da û hejmara miriyan gihîşt 34 hezar kesan.
Li gorî amarên Zanîngeha Johns Hopkinsê belav kirine, di nav 24 saetên dawî de li Amerîkayê hejmara tûşbûyan jî 30 hezar û 48 kes zêde kiriye û bi tevahî gihîştiye 653 hezar û 397 kesan.
Herwiha li seranserê cîhanê jî hejmara tûşbûyan gihîşt zêdetirî 2 milyon û 120 hezar kesan ku heta niha 141 hezar zêdetir kes mirine û 535 hezar zêdetir kes jî baş bûne.
Di 24 saetên dawî de welatê duyem ku herî zêde mirî lê çêbûne Brîtanya ye ku 861 kesên din can dane û hejmara miriyan gihîştiye 13 hezar û 729 kesan.
Li welatên Belçîka 417, Îspan 318, li Holanda 181, li Swêd 130, li Tirkiye 125, li Almanya 46 û li Îranê jî 92 miriyên din di 24 saetên dawî de hatine tomarkirin.
Li Tirkiyê li gorî amarên 16ê Nîsanê hatine eşkerekirin, di 24 saetên dawî de 125 kesên din ji vîrusa korona can dan ku hejmara giştî ya miriyan gihîşt 1,643 kesan û bi zêdebûna 4 hezar û 801 tûşbûyên nû jî hejmara tûşbûyan bi giştî gihîş 74 hezar û 193 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin