Di van rojên dawî de hejmara Sûriyeyiyên ku ji Tirkiyeyê ber bi Efrînê ve tên sandin zêde bûye!
PeyamaKurd – Hate hînbûn ku di rojên dawî de li Tirkiye û hin bajarên Kurdan 'penaberên Sûriyeyî' bi awayekî komî ber bi Efrîna Rojava ve hatine şandin.
Tirkiyê, di demên dawî de Sûriyeyiyên ku li Stenbol, Dîlok, Riha, Kilîs û gelek bajarên din dijîn bi lez û bez şandin Efrînê.
Derbarê geşedanên mijara gotinê de jêderekî ji Efrînê ji PeyamaKurd re axivî û got, di rojên dawî de hejmara penaberên ku ji Tirkiyê ber bi Efrînê û navçeyên din ve tên şandin zêde bûye.
Bajarê Efrînê yê Rojava di 18ê Adara 2018an de di encama operasyonên esmanî û bejayî de ketibû bin kontrola komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê û Sûriyê.
Ji vê rojê heta niha bi sedhezaran Kurd ji ber hêzên mîlîsên çekdar koçber bûne. Hinek çûne herêmên din ên Rojava, hinek neçar mane koçberî Herêma Kurdistanê bibin û hinek jî koçberî welatên din bûne.
***
‘Hejmara penaberên ku ber bi Efrîn û herêmên din ve tên şandin zêde dibe’
Pişt re Tirkiye û komên çekdar Ereb li malên Kurdan ên valakirî bi cih kirin. Beşek ji Kurdên ku li Efrînê mabûn, bi tohmeta 'nêzîkbûna YPGê' ji aliyê komên çekdar ve hatin qetilkirin, hinek jî dem bi dem ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin, lê di berdêla pereyan de hatin berdan.
Li herêmê car caran di navbera komên çekdar ên di bin navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SNA) ya ku Tirkiye piştgiriya wan dike de pevçûn diqewimin, pirsgirêka ewlehiyê ya li herêmê hê jî didome.
Çavkaniyê ji Efrînê da zanîn ku di rojên dawî de hejmara penaberên ku ji Tirkiyeyê ber bi Efrînê û herêmên din ve tên şandin zêde bûye û wiha dewam kir.
“Ev demeke dirêj e Sûriyeyiyên ku ji Tirkiyeyê tên Efrînê hene, lê di demên dawî de ev yek hinekî zêde bûye. Helbet ne tenê li Efrînê, li herêmên Ezez, Bab û Cerablûsê jî bi cih dikin. Ev bi rojane berdewam dike.
Dema ku Tirkiye û komên çekdar derbasî Efrînê bûn, piraniya Kurdan malên xwe terikandin û reviyan. Ev Erebên ku tên, li malên Kurdan tên bicihkirin. Îthaat û bicihkirin ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve tê kirin. Herwiha li vir xaniyên ji betonê hatine çêkirin hene, hinek ji wan di wan xaniyên beton de hatine bicihkirin."
Her roj 5 û 10 malbat dişînin Efrînê.
“Em nizanin rojane çend kes tên, lê rojane 5 heta 10 malbat tenê tên Efrînê. Ev kes ji gelek deverên wekî Riha, Dîlok, bajarên ser sînor û Stenbolê tên birin ser sînor. Hin ji wan ji Deriyê Sînor ê Oncu Pinar, hin ji deriyê sînor ê Cerablûsê, hin jî ji Grê Spî tên. Ew ji deriyên cuda tên."
"8 hezar Sûriyeyiyên li Lubnanê jî li Minbicê hatin bicihkirin"
Çavkaniya ku agahî da PeyamaKurd, çend roj berê agahî bi dest xistine ku 8 hezar Sûriyeyiyên ku ji ber êrîşên Îsraîlê li Lubnanê bûn, li Minbicê ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (DSG) de ye, bi cih bûne.
Herwiha diyar kir ku bi hezaran Filistînî ji aliyê Tirkiyeyê ve li Efrînê di xaniyên beton ên nû hatine çêkirin de hatine bicihkirin.
Rewşa dawî ya Efrînê?
Çavkaniyê diyar kir ku jiyana civakî li Efrînê zehmet e û got ku zilma komên çekdar ên li ser Kurdan berdewam e û hîn jî mal, milk, zevî û darên zeytûnan hatine desteserkirin.
“Sedema zilma li ser Kurdan Kurdayetî ye. Lê bi hincetên mîna ku têkiliya wan bi PKK û YPGê re heye vê yekê dikin. Beriya ku ev komên çekdar derbasî Efrînê bibin, bi hinceta ku têkiliya wan bi YPGê re heye, xebatkarên tenduristiyê yên li nexweşxaneyan dixebitin, mamosteyên li dibistanan dixebitin û her kesê li saziyên din dixebitîn, ceza kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin