Sûriye | Di 4 rojên dawî de êrîsa duyemîn li ser baregeha Amerîkî pêk hat!

12 October 2024 10:32 0 dîtin
Sûriye | Di 4 rojên dawî de êrîsa duyemîn li ser baregeha Amerîkî pêk hat!

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku li nêzî bajarê Dêrezorê yê li rojhilatê Sûriyeyê li dijî baregeha leşkerî ya ku hêzên Amerîkayê lê bi cih bûne êrîşeke bi roketan hat kirin.

Li qada gazê ya Konîkoyê ya li nêzî parêzgeha Dêrezorê êrîşeke bi roketan li baregeha leşkerî ya Amerîkayê hat kirin.

Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku ev êrîşa navborî ya duyem e li dijî baregeha Amerîkayê di 4 rojên borî de û got, “3 rokêtên ku li baregehê ketine bûne sedema teqînên tund li hundir, piştre jî helîkopter ji herêmê rabûne.”

Êrîşa berê li dijî baregeha leşkerî ya Amerîkayê li rojhilatê Sûriyê 8ê Cotmehê hatibû kirin.