Wezareta Tenduristiyê: Li Hewlêrê 2 haletên xwînrêjiyê hatin dîtin
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê Serkar Surçî ragihand ku li Hewlêrê di 2 kesên goştfiroşan de nexweşiya taya hemorrajîk hatiye dîtin.
Berdevkê Surçî di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de diyar kir ku 2 welatiyên Hewlêrê yên yek 32 salî û yê din jî 28 salî ku goşt difiroşin bi nexweşiya taya hemorrajîk ketine û her du jî di bin çavdêriya doktor de ne. û rewşa wan a tenduristiyê baş bû.
Wezaretê di daxuyaniyên xwe yên berê de ragihandibû, îsal li Herêma Kurdistanê 5 haletên nexweşiya xwînrêjiyê derketine ku yek ji wan li Duhokê û 3 jî li Silêmaniyê mirine.
Taya hemorrajîk ku bi taya hemorrajîk a Kirim-Kongoyê (CCHF) jî tê binavkirin, ku ji heywanan derbasî mirovan dibe, jiyana ji sedî 40 ê kesên bi vîrusê ketine dixe xeteriyê.
"Xwînrêjî" ku bi navê "Taya hemorrajîk" jî tê binavkirin, nexweşiyek e ku ji heywanan derbasî mirovan dibe û ji mirovan derbasî mirovan dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin