4 kesên Çînî ji ber Vîrûsa Koronayê ji Hewlêrê bi sûnde hatin vegerandin

01 February 2020 15:05 0 dîtin
4 kesên Çînî ji ber Vîrûsa Koronayê ji Hewlêrê bi sûnde hatin vegerandin

PeyamaKurd - Rayedarekî balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ragihand, çar kesên Çînî, ku dixwastin derbasî Herêma Kurdistanê bibin, bi şûnde hatin vegerandin.

Rayedarekî karûbarên pasportê li balafirxaneya Hewlêrê, Rizgar Efendî got, di çarçoveya tevdîrên li hember belavbûna vîrûsa koronayê de, îro 4 kesên Çînî ku dixwastin derbasî Herêma Kurdistanê bibin, li balafirxaneya Hewlêrê hatin desteserkirin û bi şûnde hatin vegerandin.

Rizgar Efendî her wiha got, ev tevdîr dê bidomin. Ji xwe biryar hatibû dayîn her kesekî biyanî yan jî Çînî ku piştî 14 Çileya îsal li Çînê mabe, nikare derbasî Kurdistanê bibe.

Ji aliyê din ve Hikûmeta Kurdistanê îro daxwaz ji xelkê Herêma  Kurdistanê kir û hişyarî da bo tenduristiya xwe vê pêlê serdana Çînê nekin.