Balafirxaneya Hewlêrê: Kesên dixwazin gesta derveyî welat bikin divê derziya Koronayê li xwe bidin

28 July 2021 11:30 0 dîtin
Balafirxaneya Hewlêrê: Kesên dixwazin gesta derveyî welat bikin divê derziya Koronayê li xwe bidin

PeyamaKurd – Berpirsê Giştî yê Balafirxaneya Hewlêrê diyar kir, bi fermana Hikûmeta Iraqê, kesên dixwazin geşta derveyî welat bikin, divê derziya Koronayê li xwe bidin.

Berpirsê Giştî yê Balafirxaneya Hewlêrê Ehmed Hoşyar daye zanîn, Desteya Balafirvaniya Sivîl ya Iraqê biryar daye her kesê ku bixwaze bi balafiran geşta derveyî welat bike, divê derziya Koronayê li xwe bide.

Herwiha Ehmed Hoşyar eşkere kiriye, ew biryara han ji roja 1ê Cotmeha îsal ve dikeve piratîkê û balafirxaneyên Kurdistanê jî pabendî wê dibin. Ji ber wê jî em rê nadin ti kesekî ku derzî li xwe nedabe û bixwaze geşta derve bike.

Bi gotina Berpirsê Balafirxaneya Hewlêrê, rojane 56 geşt li Balafirxaneya Hewlêrê tê kirin.