Li Mêrdînê di çarçoveya bergiriyên bo Koronayê biryarên nû hatin ragihandin

12 November 2020 10:33 0 dîtin
Li Mêrdînê di çarçoveya bergiriyên bo Koronayê biryarên nû hatin ragihandin

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê, di çarçoveya bergiriyên bo Koronayê, biryarên nû hatin stendin. Derketina derve ya kesên temenê wan li ser 65 salan e, li derveyî saetên 10.00-16.00 hat qedexekirin.

Bi daxuyaniyekê, parêzgariya Mêrdînê li ser daxwaza Komîteya Tendirustî ya bajêr, derketina derve ya kesên temenê wan li ser 65an e sînordar kir.

Li gor bergiriyên nû, kesên temenê wan li ser 65 salan e, li derveyî saetên 10.00 ta 16.00 nikarin derkevin. Di wan saetan de jî bi mercê danîna mask û pabendbûna bi rênimayên tendirustî dê rê bi derketina wan bê dayîn û yên pabendî van biryaran nebin dê bên cezakirin.

Ev di demekê de ye, hejmara pêketiyên Koronayê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 400 hezar kes derbas kiriye.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa Korona ketine, gihîştiye 402,053 kesan û 11,145 kesan jî can dane, herwiha heta niha 344,613 kes jî ji vîrusê baş bûne.