''Ji sedî 90ê çavdêriya hûr ên nexwesxaneyên Mêrdînê tijî pêketiyên Koronayê bûne''

21 August 2021 15:02 0 dîtin
''Ji sedî 90ê çavdêriya hûr ên nexwesxaneyên Mêrdînê tijî pêketiyên Koronayê bûne''

PeyamaKurd Endamê Odeya Pizîşkên Mêrdînê Ozgur Bîlek li ser rewşa tendirûstî ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê de hişyariyê da û diyar kir: “Ji sedî 90ê çavdêriya hûr ên nexweşxaneyên Mêrdînê, tijî pêketiyên Koronayê bûne.”

Endamê Desteya Rêveber a Odeya Pizîşkên Mêrdînê Ozgur Bîlek da zanîn, ji ber welatî pêbendê rênmayiyên tendirûstiyê nabin û derziya Koronayê wernagirin, rewşa tendirûstiya parêzgehê gelekî hestiyar e û metirsiyeke zêde li ser e.

Ozgur Bilek destnîşan kir, rojane 600-700 kes bi Koronayê dikevin, ji sedî 90ê beşên çavdêriya hûr ên nexweşxaneyên Mêrdînê, tîjî pêketiyên Koronayê bûne. Di demên borî de ev rêje ber bi zêdebûnê ve diçe û di nexweşxaneyan de ji bo wergirtina nexweşan cih namîne. Herwiha Bîlek destnîşan kir, bi giştî rojane 8 welatî bi vîrûsa Koronayê can didin.

Bîlek eşkere kir, welatiyên Mêrdînê heta niha di wergirtina derziyê de gelekî li paş in, bi awayekî hejmara wan kesên derzî wergirtine tenê ji sedî 49 e. Ev rêje jî li gor asta bajarên din gelekî kêm e.

Endamê Desteya Rêveber a Odeya Pizîşkên Mêrdînê Ozgur Bîlek daxwazê ji welatiyan dike ku guhê xwe nedin wan gotegot û çîrokan ku qala rewşa mirova dikin piştî wergirtina derziyê û dibêje: “Take rêya çareseriyê û rêgirtin li berbelavbûna vîrûsê, wergirtina derziyê ye.”